Rejîmê careke din nehist hêzên Amerîkî bikevin balafirgeha Qamislo
13 berfanbar 2019 19:07
PeyamaKurd – Hêzên rejîma Sûriyê piştî ku hefteya borî hêzên Amerîkî li Qamişloyê asteng kirin, careke din nehiştin hêzên Amerîkî derbasî balafirgeha Qamişloyê bibin.
Karwana leşkerî ya rejîma Sûriyê ku li dorûbera balafirgeha Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê bicih bûne, rê li ber hêzên Amerîkî girt û nehişt derbas bibe.
Dîmenên wan kêliyan jî ji aliyê weşana rûsî RTyê ve hatin belavkirin ku di dîmenan de jî tê xuyakirin ku leşkerên Amerîkî neçar mane vegerin.
Hêzên Amerîkî piştî vê rêgiriyê vegeriyan baregeha xwe ya li gundê himûyê.
Balafirgeha Qamişlo di bin kontrola polîsên leşkerî yên rûsî û hêzên rejîma Sûriyê de ye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li gundeki Qamîslo hêzên rejîmê nehistin konwoya Amerîkayê derbas bibe
13 trm 2022
Jiyan
Hêzên Amerîkî li Yemenê 2 endamên Qaîdeyê kustin
30 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin