Rejîma Sûriyê mal û milkê kesên leskeriya wan nekirine desteser dike

11 sibat 2021 01:02
Rejîma Sûriyê mal û milkê kesên leskeriya wan nekirine desteser dike

PeyamaKurd - Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan - Human Rights Watch (HRW)  eşkere kir ku hikumeta Şamê mal û milkên xizmên kesên ku leşkeriya wan nekirine desteser dike.

Wezareta Ragihandinê rejîma Sûriyê 2yê Sibatê dîmeneke berpirsê kar û barên leşkeriyê yê artêşê Iliyas El-Bîtar belav kiriye ku tê de ragihandiye, ew dikarin mal û milkên kesên ku leşkeriya wan nekirine desteser bikin.

Human Rights Watch (HRW) daye xuyakirin ku ev hewldana rejîma Sûriyê rastî nerazîbûn û hêrsa xelkê di bin deshilatiya hikûmeta Şamê de ne hatiye.

Ilyas El-Bîtar guhertineke nû ya di qanûna leşkeriya rejîma Sûriyê de bi bîr xistiye û gotiye, li gorî wê biryarê mal û milkên kesên ku leşkeriya wan nekiriye û li şûna çûyîna leşkeriyê 8 hezar dolar nedaye, dê werin desteserkirin.