Rejîma Samê û çekdaran girtî bi hev guhertin

14 hezîran 2022 16:29
Rejîma Samê û çekdaran girtî bi hev guhertin

PeyamaKurd – Di navbera hêzên rejîma Şamê û çekdaran girtî bi hev guhertin.

Li gor zanyariyan, îro di navbera hêzên rejîma Şamê û komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk de, bihevguhertina girtiyan pêk hat.

Herwiha hat eşkerekirin ku bi hev guhertin li dergehê Ebû-Zendîn yê li bajarê Babê, ku herêmên di bin kontrola hêzên hikûmetê û yên çekdaran vediqetîne, pêk hat.

Herî dawî hat destnîşankirin, ji her alîyekî 5 kes bi hev hatine guhertin.