Rejîma Îranê sizayê îdamê da hunermendê rapê
06 mijdar 2022 20:04
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dadgeha rejîma Îranê biryara cezayê îdamê bo rapvanê Îranî Toomaja Salehî da ku piştevaniya protestoyên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî kiribû.
Rapvan Salehî 30yê Cotmehê bi hinceta piştevaniya protestoyan bi axaftin û stranên xwe hatibû girtin.
Hatiye diyarkirin ku dadgeha Îranê bi hinceta piştevaniya protestoyan sizayê îdamê daye Salehî.
Hezkiriyên Salehî piştî girtina wî û dayîna sizayê îdamê biryara rejîmê protesto dikin.
Herwiha dadgeha Îranê ji bo stranbêj, bestekar û rapbêjê Kurd Saman Yasîn (Seydî) ku bi heman hincetan hatiye girtin jî dixwaze cezayê îdamê bide.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Rejîma Îranê Efxanekî Xirîstiyan ji ber dînê wî xist girtîgehê
24 mjd 2025
Cîhan
Rejîma Îranê sizayê îdamê da girtiyekî Kurd
14 adr 2022
Cîhan
Ûrmiye | Rejîma Îranê, cezayê îdamê li kurdekî birî
30 mjd 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin