Rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê 3 girtî îdam kirin
16 adar 2022 00:06
PeyamaKurd – Li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê, herî kêm 3 girtî hatin bidarvekirin.
Malpera Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand, îro danê sibê 2 girtiyên bi navên Peyman Babaxanî û Mîrelî Husênî li girtîgeha navendî ya Urmiyê hatin bidarvekirin.
Hatiye diyarkirin ku ew herdu kes bi tawana kuştina qestî hatibûn mehkumkirin.
Herwiha doh 14ê Adarê jî li heman girtîgehê girtiyê kurd Îbrahîm Nesîrxa (44 salî) bi tohmeta bazirganîkirin bi madeyên hişber hat bidarvekirin ku ji bajarê Silmasê bû û ji sala 2019an ve hatibû girtin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin