Rejîma Îranê ciwanekî Kurd bi dar ve kir
21 sibat 2025 17:57
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Şahîn Mehdewî yê ku du roj berî niha xistibûn hicreya yekkesî, ji aliyê rejîma Îranê li girtîgeha navendî ya bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê hat bidarvekirin.
Saziya Mafê Mirov a Hengawê ragihand ku duh şeveqê roja Pêncşemiyê 20ê Sibata 2025an, cezayê bidarvekirina Şahîn Mehdewî (29) li girtîgeha navendî ya Mehabadê pêk hatiye.
Hate diyarkirin ku nûçeya bidarvekirina vî xortê Kurd di medyaya rejîmê de nehatiye belavkirin.
Her weha nehat zanîn bê ka ev xortê Kurd bi çi tohmetê hatiye bidarvekirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Qesra Sîrîn | Polîsên rejîma Îranê ciwanekî kurd qetil kir
06 rbn 2025
Jiyan
Rejîma Îranê melayekî Kurd îdam kir yek jî desteser kir
01 gln 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin