Reîsî sibe serdana Tirkiyê dike û bi Erdogan re dicive
24 rêbendan 2024 03:15
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî sibe 24ê Çile roja Çarşemê serdana Tirkiyê dike û li paytexta Tirkiye Enqereyê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re dicive.
Serdana Reîsî ya bo Tirkiyeyê, ji ber teqîna li Kirmanê ku dema merasîma salvegera kuştina Qasim Suleymanî zêdetirî sed kesan can dabû, hatibû paşxistin.
Li gorî ragihandina Enqere û Tehranê, wê 8. Civîna Civata Bilind a Hevkariya Îran û Tirkiyê bi serokatiya her du serokomaran bê lidarxistin û gelek girêbest û peymanên di warên aborî û bazirganî de bên îmze kirin.
Tê çaverêkirin di vê serdanê de, mijarên Xexze, îstiqrara herêmê û têkoşîna li dijî PKKê jî werin gotûbêjkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Reîsî serdana Tirkiyê dike: Mijara PKK-PJAKê jî li ser masê ye
03 rbn 2024
Jiyan
Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz sibe serdana Tirkiyê dike
13 adr 2022
Cîhan
Îbrahîm Reîsî sibe serdana Rojhilatê Kurdistanê dike
23 îln 2021
Kurdistan
Sanda 37 kompaniyên mezin ên Tirkiyê serdana Hewlêrê dike
28 cot 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin