Rêberê Tevgera Sedir: Careke din guman heye ku sedem gendelî be

22 tebax 2022 13:31
Rêberê Tevgera Sedir: Careke din guman heye ku sedem gendelî be

PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir di derbarê hilweşîna tirbeya Kerbelayê de daxuyaniyek belav kir û got, di demeke kurt de lêkolînê bikin û careke din guman heye ku sedem gendelî be.

Li gor Sedir li ser twitter derbarê hilweşîna girê ser tirbeya Qetare ya Îmam Elî li Kerbelayê, ku hejmarek kesên serdana tirbeyê kirine di bin xirbeyan de bûne qurbanî peyamek belav kir û da zanîn, careke din gumanên hebûna gendeliyê bûne sedem ji bo hemwelatiyên sivîl di vê bûyera Qetare de bibin qurbanî. Lê vê carê gendeliyê cîhên xwedê yên perestgehan jî li xwe girtiye.

Herwiha Sedir eşkere kir, weke ku serxweşiyê ji bo qurbaniyan em dikin, daxwaz ji hikûmetê dike, demeke zû de lêkolînê destpê bike, ku rastî bên eşkerekirin û êdî wekî ku saziyên dewlet û wezaretan de pêk tê, gendelî careke din li mizgeft û cîhên îbadetê li xwe negre û nekeve wan deveran.