Rêberê Hesdî Sabî: Em nahêlin Tirkiye bihustek axa Iraqê dagir bike

29 gulan 2022 20:34
Rêberê Hesdî Sabî: Em nahêlin Tirkiye bihustek axa Iraqê dagir bike

PeyamaKurd-Rêberê Yekîtiya Tevgera Esayip Ehil El-Hak a Heşdî Şabî Qeys el Xezalî, bertek nîşanî operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê da. Xezalî got ku di bin armanca Tirkiyeyê de projeya dagirkirina Mûsûl û Kerkûkê heye, lê em destûrê nadin.

Qeys el Xezalî, di derbarê operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî PKKê ku li Herêma Kurdistanê tên kirin, nirxandin û bertek nîşan da. Xezalî ragihand ku ‘Tirkiye, ji berê ve xwedî armanc e ku Mûsûl û Kerkûkê dagir bike. Tirkiye, van deran wekî welayetên Osmaniyan dibîne. Armanca wan e w e ku heta sala 2023yan vê projeya xwe pêk bînin. Lewra Peymana Lozanê, di sala 100an de bi dawî dibe.’

 Qeys el Xezalî da zanîn ku bi vê armancê, her ku diçe yekîneyên leşkerî li herêmê zêdetir dibin û li Iraqê hejmara yekîneyên leşkerî yên Tirkiyeyê, gihîştiye 66an. Xezalî ragihand ku her çiqas Tirkiye xwedî artêşa herî mezin a duyemîn a NATOyê be jî Artêşa Iraqê û Hêzên Heşda Şabî, destûrê nadin ku bihustek jî axa Iraqê were dagirkirin.