Rêberê Durziyan, Netanyahu hisyar kir
PeyamaKurd- Rêberê Ruhanî yê Durziyan ê Îsraîlê Şêx Mowafaq Tarif, bi nameyekê Serokwezîr Îsraîlê Benjamin Netanyahu hişyar kir ku daxwazên wan bi cih bînin naxwe ew ê xwepêşandanên xwe zêdetir bikin.
Şêx Mowafaq Tarif ku rêberê ruhanî yê Durziyên li Îsraîlê ye, nameyek ji Benjamin Netanyahu re nivîsand û darek ji zêr hatî çêkirin nîşanî wî da.
Tarif da zanîn ku têkiliya di navbera civaka Cihû û Durziyan a li welêt di xetereyê de ye û destnîşan kir ku heger daxwazên wan neyên bicihanîn, dibe ku xwepêşandanên wan veguherîn rûyekî din.
Durziyên li Îsraîlê, daxwaz ji hikûmetê dikin ku çêkirina turbînên bayê li nêzîkî bajarokên Durzî rawestîne.
Her wiha daxwaz dikin ku daxwazên çareseriyê ji bo hewcedariyên erd û milkê xwe paşguh nekin ku pejirandina destûrên ji bo avakirina xaniyên nû ji bo bêmalan jî din av van daxwazan de ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin