Rêbendeke li Kerkûkê ya welatiyên Kurd bêzar dikir hat rakirin
PeyamaKurd – Bi hewldanên namzedên PDKê, rêbendeke hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê ku welatiyên Kurd bêzar dikir, hat rakirin. Hêzên ku li rêbendê bûn, du jinên Kurd nêzîkî du saetan ragirtibûn û tenê ji ber ku Ala Kurdistanê di nav otomobîla wan de bû, lêpirsîn kiribûn.
Li gor welatiyeke Kerkûkê diyar dike: “Armanca danîna rêbendanê li taxên Kurdan, ji bo bêzarkirin û sivikatîkirina li welatiyên Kurd e.”
Yek ji wan jinên ku rêbenda Kerkûkê rêgirî lê hatiye kirin, navê wê Aware Kurdî ye û hunermend e diyar kiriye: “Çek li destekî wî, weke ku ez tawanbar im, dema ez gihîştim rêbendê, tiliyê li nav otomobîlê dirêj kir û got 'wê alayê rake' mebesta wî ala Kurdistanê bû, min jî got 'ez ranakim', li ser vê yekê du saetan li wir hatim desteserkirin.”
Tevî zêdebûna bangeşeya hilbijartinan li Kerkûkê, hêzên ewlehiyê yên Iraqê jî li wî bajarî muameleyên xwe tund kirine, bi taybetî jî li hember aliyên siyasî yên Kurdan.
Li gor welatiyekî Kurd ê li Kerkûkê eşkere dike: “Em weke Kurd pêwîstiya me bi deng heye, çimkî em di bin zext û erebkirinê de ne, lê belê em çok danaynin.”
Li ser daxwaza namzedê hejmara 30 yê PDKê yê li Kerkûkê, ew rêbenda hêzên ewlehiyê hat rakirin.
Hilbijartinên vê carê yên Parlamentoya Iraqê ji bo Kurdan çarenûssaz e, ji bo Kerkûkê 12 nûner bi ser dikevin, hewla aliyên Kurd jî ew e ku nîvê kursiyan bi dest bixin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin