Rayedarên siyasî yên Kurdistanê, ji bo hilbijartinê dicivin
PeyamaKurd- Hat ragihandin ku piştî 2 rojan dê rayedarên siyasî yên Kurdistanê, li ser hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê bicivin. Li gorî hat agahiyên hatin parvekirin, dê yek ji nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di civînê de cihê xwe bigire.
Li gorî agahiyên di derbarê civînê de hatin dayîn; rayedarên qada siyasî, dê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî ya Iraqê Jeannine Hennis-Plasschaert bicivin û li ser dema hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê nirxandinan bikin.
Di civîna ku dê li Dîvana Serokatiya Kurdistanê were kirin de çav li rê ne ku biryarên siyasî jî bên dayîn.
Serok Barzanî jî mijarê nirxandibû
Beriya niha bi çend rojan, Serok Mesûd Barzanî ligel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî ya Iraqê Jeannine Hennis-Plasschaert hevdîtinek kiribû û di vê hevdîtinê de gotibû,
“Divê astengiyên li pêşiya hilbijartinan nemînin û hilbijartin di zûtirîn demê de bên kirin. Ji bo vê yekê jî PDK amadeye ye her dem biçe hilbijartinan.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin