Rayedarê Îranê pistrast kir ku wan mosekên balîstîk ji Rûsya re sandine

08 îlon 2024 19:00
Rayedarê Îranê pistrast kir ku wan mosekên balîstîk ji Rûsya re sandine

PeyamaKurd – Tevî ku Îran red dike jî endamekî komîsiyona meclîsa Îranê piştrast kir ku Îranê moşekên balistîkî ji Rûsya re şandine.

Beriya niha nûnerê Îranê li Netewên Yekbûyî îdiayên şandina moşekên balistîkî bo Rûsyayê red kiribû, lê Endamê Komîsyona Ewlehiyê ya Meclîsa Îranê Ehmed Bexşayiş Erdestanî, piştrast kir ku wan moşekên balistîkî şandine Rûsyayê ku di şerê Ukrayna de hatine bikaranîn.

Esdestanî gotiye, “Em ji bo dabînkirina hewcehiyên xwe yên wek genin û soya ji Rûsyayê, li hember de moşek û dronan ji Rûsya re dişînin”.

Li gorî çavkaniyan Îranê zêdetirî 200 moşekên balistîkî yên Kurtavêj bo Rûsyayê şandine û Îranê dê cebilxane, moşek û dronên zêdetir bîşîne.