Rasatxana Kandilliyê: Gurcistan bi pileya 4,2 hejiya

28 berfanbar 2024 20:07
Rasatxana Kandilliyê: Gurcistan bi pileya 4,2 hejiya

PeyamaKurd – Li gor Rasatxana Kandilliyê ya Îstenbolê; li Gurcistanê seet di 14.44an de erdhejekî bi dereca 4.2 çêbû û erdhej di bin erdê de di kûrahiya 3.4 km yan de çêbû.

Li gor ragihandina AFADê jî; erdhej bi dereca 3.8 çêbûye û kûrahiya wê 4.96 e.

Di encama erdhejê de heya niha ti bûyerekî neyînî nehatiye ragihandin.