Rapora SOHRê: Leskerên Tirk di 2021ê de 35 sivîl li ser sînorê Sûrî kustin

23 berfanbar 2021 01:01
Rapora SOHRê: Leskerên Tirk di 2021ê de 35 sivîl li ser sînorê Sûrî kustin

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) di rapora xwe ya dawî de ragihand ku di nav sala 2021ê de 35 sivîl dema xwestine ji ser sînorên Sûriyê derbasî Tirkiyê bibin ji aliyê leşkerên tirk ve hatine kuştin.

SOHRê daye xuyakirin ku di wan 35 sivîlan de jinek û 8 zarok hebûn ku dema xwestine derbasî Tirkiyê bibin bi guleyên leşkerên tirk hatine kuştin.

Herwiha SOHRê di rapora xwe de eşkere kiriye ku 24 sivîl jî li Idlibê hatine kuştin ku ew jî jinek û 5 zarok, 9 sivîl li Hesekê, kesek li Reqayê û kesek jî li Helebê hatine kuştin.

SOHRê bangewazî kir ku dosyaya kuştinên li ser sînor ji dadgehên taybet ên navdewletî re werin şandin û kujer werin cezakirin.