Rakêsiya Îran û Brîtanya: ‘Wê Brîtanya noqava nukleerî bisîne Basrayê’
PeyamaKurd – Rakêşî û aloziya navbera Brîtanya û Îranê piştî ku Îranê dest danî ser tankêra petrnolê Stena Imperoyê zêdetir bû.
Medya îngilîz îdia kir ku dê ‘Hêza deryavaniya Qralîyeta Yekgirtî ji bo hêza xwe li Kendava Basrayê zêdetir bike, noqaveke nukleerî bişîne herêmê.”
Herwiha medya brîtanî ragihand ku dê digel noqava nukleerî komandoyên bijarte jî bo herêmê bên şandin.
Çavkaniyên leşkerî ji Daily Expressê re ragihandine ku dê keştiya noqavî ya bi navê Astute ya nukleerî ku bi fuze û torpîdoyan barkirî ye û 7 hezar û 500 ton giraniya wê heye, bo herêmê bê şandin.
Rojnameya The Sun jî bi zarê çavkaniyên leşkerî ragihandiye ku dê hêza bijarte ya deryavaniya Brîtanyayê yekîneya Komando 42 ligel noqavê bê şandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin