Rêjeya girtiyên koçber li bajarê Edirneyê giha 807 kesan û 16 organîzator xistin zîndanê

25 hezîran 2024 00:23
Rêjeya girtiyên koçber li bajarê Edirneyê giha 807 kesan û 16 organîzator xistin zîndanê

PeyamaKurd – Rêvebiriya Leşkerên Cendirme yê bajarê Edîrneyê ku dikeve ser sînorê Bûlgaristan û Yûnanistanê ragihand ku di meha dawiyê de di xebatê xwe de 807 koçber hatine girtin û kesên ku karê birin û anîna koçberan dikin yên organizator jî 16 kes ji wan şandine zîndanê.

Koçberên hatine girtin, teslîmê rêvebiriya bajarê Edîrnê ya koçberan kirine. Ji bilî koçberan alavên ku bi wan koçberan dibin û tînin hjimara wan 15 ne. 15 alavan teslîmê parka emîn kirine da heya dawiya dadgehê li gor biryara dadgehê wê li wir bimînin.