Qonaxa duyem a alîkariyên serbazî yên Amerîkayê ji Pêsmerge re destpê dike

28 cotmeh 2020 17:32
Qonaxa duyem a alîkariyên serbazî yên Amerîkayê ji Pêsmerge re destpê dike

PeyamaKurd - Di çarçoveya proseya rêkxistina heykela lîwayên Pêşmerge de, meha bê qonaxa duyem a alîkariyên serbazî û lojîstîk ên Amerîkayê bi ser her du lîwayên 14 û 16 yên Wezareta Pêşmerge dê werin dabeşkirin.

Bi civîneke ji aliyê fermande û tîma şêwirmenda bilind serbazî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê ve, biryara artêşa Amerîkayê ji bo dabeşkirina alîkariyên serbazî yên qonaxa duyem, ji Wezareta Pêşmerge re hat ragihandin.

Di civîneke navbera Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl û Fermandarê Bilind ê Hêzên Amerîkayê yê li Herêmê û şanda şêwirmendên serbazî yên Amerîkayê de, ku Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn û hejmarek ji efserên payebilind ên wezaretê amade bûn. Amadekariya alîkariyên serbazî yên Amerîkayê bo hêzên Pêşmerge, hat gotûbêjkirin.

Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl da zanîn: “Alîkariyên serbazî û lojîstîk ên artêşa Amerîkayê bo hêzên Pêşmerge, cihê pesn û girîngîdana me ye û bi van pêngavan hêzên Pêşmerge ber bi qonaxeke pêşketîtir gavan diavêje.”

Şoriş Îsmaîl herwiha destnîşan kir: “Em daxwaza şêwirmendên serbazî yên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê ji bo rêkxistina hêzên Pêşmerge û pêngavên ber bi pêkanîna hêzeke serbazî ya serdemî, ku serbixwe û yekgirtî be, bilind dinirxînin. Em bi navê gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêmê, spasiya gel û hikûmeta Amerîkayê dikin.”

Îsmaîl herî dawî got: “Di destpêka meha bê de, bi merasîmekê, dê alîkariyên serbazî yên Amerîkayê wê pêşkêşî Wezareta Pêşmerge bê kirin.”