Qeyûmê berê yê Xelfetîyê li bendê ye qeyûm bê tayînkirin: ‘Hinekî sebir!’

04 hezîran 2024 20:57
Qeyûmê berê yê Xelfetîyê li bendê ye qeyûm bê tayînkirin: ‘Hinekî sebir!’

PeyamaKurd – Li demeke ku li ser şaredariya bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê walî wek qeyûmê dewletê hatiye tayînkirin de, ji bo navçeya Xelfetî ya bajarê Rihayê ku DEM Partiyê şaredarî qezenc kiriye jî behsa tayînkirina qeyûm tê kirin.

Namzedê AK Partiyê û qeyûmê berê yên şaredariya Xelfetiyê Şeref Albayrak ku tevî nehatiye hilbijartin jî di profîla hesabê xwe yê medya civakî de Serokê Şaredariya Xelfetî nivîsandiye peyameke balkêş belav kir.

Qeyûmê berê yê Xelfetîyê: ‘Hinekî sebir!’

Albayrak li demeke ku nerazîbûn û protestoyên li hember tayînkirina qeyûm bo Colemêrgê dewam dikin de li ser hesabê xwe yê medya civakî wêneyê mîtinga beşdarî kiriye belav kir û gotina, “Hinekî sebir” nivîsand.