Qeyrana Avhewayê: 10 bajarên mezin ên cîhanê di bin avê de dimînin!
PeyamaKurd – Li gorî rapora Forûma Neteweyên Yekbûyî, heger germbûna kurewî wiha dewam bike, heta sala 20100î wê herî kêm 10 bajarên mezin ên welatên cîhanê di bin avê de bimînin.
Hatiye diyarkirin ku li wan bajarên mezin ên cîhanê zêdetirî milyarek mirov dijîn û wê neçarî koçberbûnê bibin.
Li gorî raporê ji ber bandora avhewayê û germbûna kurewî ya li seranserê dinyayê, metirsî heye heta sala 2100î bajarên; Qahîre û Îskenderiye (Misir), Cakarta (Endonezya), Lagos (Nîjer), Dakka (Bangledaş), Houston (Teksas – Amerîka), Venedîk (Îtalya), Bangok (Tayland), New Orleans (Amerîka) û Rotterdam (Holanda) rûbirûyî metirsiya binavbûnê ne.
Hatiye diyarkirin ku di nav 1300 salên dawî de germahî bi pileya 0,85 santîgrat zêde bûye û heger çareseriyek neyê dîtin jî di nav 80 salên bê de wê germahî bigihe pileya 4 santîgratan.
Di sala 2021ê de 59,1 milyon mirov ji ber guherîna keşûhewayê ji cih û warên xwe bûne û tê çaverêkirin heta 2050yî milyarek mirov ji cih û warên xwe bibin.
Neteweyên Yekbûyî dide xuyakirin ku ji bo germahiya kurewî dakeve bin 1,5 santîgratê divê her sal 4,13 trilyon dolar pere bên xerckirin ku niha tenê 632 milyar dolar tê xerckirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin