Qatilên casûsê Îranê hatin girtin

28 mijdar 2019 02:40
Qatilên casûsê Îranê hatin girtin

PeyamaKurd- Li navçeya Şîşlî ya bi ser Îstenbolê de 5 kes li ser kuştina ajanê Îranê Mesût Mevlevî 5 kes hatin girtin. Îstîxbarata emniyetê û şaxa MİT ê ya Îstenbolê bi hevre xebatê kirin û xwe gihandin nasnameya kesê ku di 14 ê mehê de ajanê Îranê Mesut Mevlevi kuştibû.

Operasyon li Arnavutköy hat kirin, kesê ku tê gotin qatile û yên jêre sîlih temîn kirine û wî hewandine hatine binçavkirin. Gumanbar niha li beşa cînayetê ya baregeha Asayîşê ne.