Qasidê Îngîlîz: Divê pirsgirêka Kerkûkê were çareserkirin!
PeyamaKurd- Qasidê Brîtanyayê yê li Iraqê Jonathan Wilks got ku divê piştî hilbijartina Iraqê pirsgirêka Kerkûkê di navbera Bexda û Hewlêrê de were axaftin û çareserkirin.
Wilks got ku em hewl didin ku hemî kêmnetewên li Kerkûkê beşdarî hilbijartinê bibin. Ji bo vê yekê em pir jidil dişixulin. Ji bo ku hilbijartin di rêya xwe de bimeşe, em alîkariya Komîsyona Hilbijartina Bilind a Iraqê û Netewên Yekbûyî û gelê Iraqê dikin. Ji bo ku gelê ji welatê xwe hatine derxistin jî beşdarî hilbijartinê bibin û pirsgirêkên wan werin çareserkirin jî ez bi gelek qasidan re axivîm û em bi hev re dixebitin.
Jonathan Wilks wiha berdewam kir: “Qanûnên hilbijartinê gelekî zelal in û divê her kes ji wan re rêzdar be. Ji bo her kes ji encamên hilbijartinê re rêzdar be, divê kîn û şîddet were astenkirin. Di herêmên ku nîqaş li ser wan hene de, divê her kes hewl bide ku hilbijartin rengekî adil û asayî derbas bibe.
Wilks li ser rewşa Kerkûkê jî got ku “Divê piştî hilbijartina Iraqê, pirsgirêka Kerkûkê di navbera Bexda û Hewlêrê de were axaftin û çareserkirin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin