PYDê tarîxa ji nû ve destpêkirina danûstandinên ligel ENKSê eskere kir

17 rêbendan 2021 16:07
PYDê tarîxa ji nû ve destpêkirina danûstandinên ligel ENKSê eskere kir

PeyamaKurd - Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand ku danûstandinên diyaloga Kurdî - Kurdî yên di navbera Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK) di meha Sibatê de dest pê dikin û ew rijd in ku bi ENKSê re bigihin rêkeftinekê.

Berdevka PYD Sema Begdaş ku di heman demê de endama şanda PYNKê ya danûstandinan e ji medyaya erebî re ragihandiye, danûstandinên diyaloga kurdî ji ber çûna nûnerên Amerîka bo welatê xwe rawestiyane û da zanîn, danûstandin dê di meha Sibata 2021ê de careke din dest pê bikin.

Berdevka PYD gotiye, dema serokê nû yê Amerîka Joe Biden dest bi kar bike û şandeya Amerîka diyar bike, dê dest bi danûstdinên Kurdî – Kurdî bibe.

Begdaş dibêje, ew wek PYDê rijd in bi ENKSê re bigihin rêkeftinê, ji bo alîkar be di çareserkirina krîza Sûriyê de.

Danûstandinên navbera ENKS û PYNK ku nêzî salekê ye berdewam dikin û li ser çend xalên girîng ên rêveberiyê lihevkirin çêbûye, ji ber hilbijartinên Amerîkayê û hin pirsgirêkên navxweyî rawestiyabûn.

Herwiha Serokê Şanda Danûstandkar a PYNKê Aldar Xelîl jî bi daxuyaniyeke xwe, heqaret li Pêşmergeyên Roj kiribû ew wekî “çete” bi nav kiribû ku ENKSê daxwaza dûrxistina wî ji şanda danûstandinan kiribû.

Balyozxaneya Amerîka ya Şamê jî du roj berê ragihandibû ku Amerîka piştevaniya danûstandinên di navbera ENKS û PYNK de dike û hêviya bipêşveçûna wan danûstandinan anîbû ziman.