Pûtîn: Ûkrayna îstisna ye, plana min a damezrandina împeretoriyê nîne!

22 sibat 2022 23:31
Pûtîn: Ûkrayna îstisna ye, plana min a damezrandina împeretoriyê nîne!

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, piştî axaftina xwe ya naskirina herdu herêmên Donetsk û Luhanskê yên Ûkraynayê û karvedanên piştî wê, îro 22yê Sibatê daxuyaniyeke nû da.

Pûtîn derbarê welatên Yekîtiya Sovyeta berê de diyar kir ku ew piştgiriya serweriya wan welatan  dike, lê Ûkrayna îstisna ye û got, “Palana min a ji nû ve damezrandina împeretoriyê nîne.”

Pûtîn di axaftina xwe ya 21ê Sibata 2022yan gotibû, rewşa li Donbasê gihîştiye asteke xeter û destîşan kiribû, rojhilatê Ûkraynayê erda Rûs a berê ye.