Putin û Lukasenko peymana bergiriyê ya hevpar îmza kirin

07 berfanbar 2024 02:36
Putin û Lukasenko peymana bergiriyê ya hevpar îmza kirin

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi serokê Belarusê bi Aleksandr Lukaşenko re li bajarê Minskê peymana bergiriyê ya hevpar îmza kir. Putin ragihand ku dikarin fuzeyên balistik li Belarusê bicîh bikin. Her dû lîder piştî peymanê derketin ber çapemeniyê û Putin got:

“Madem me îro me temamê hêz û alavan bikaranî û di mijara garantiyê de peymanê îmza kir, ez difikirim ku sîstemên wekî Oreşnikê li ser axa Belarusê em dikarin bicîh bikin.”

Putin ragihand ku di wexta hilberîna van sîsteman li pey hev hat kirin û sîstemên fuzeyan ketin xizmeta hêzên stratejik yên Rûsyayê, dibe ku ev bicîhanîn bikeve piştî 6 mehê sala pêşiya me.