Putin hisyariya Serê Cîhanê da Rojava

18 adar 2024 16:41
Putin hisyariya Serê Cîhanê da Rojava

PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hişyarî da welatên rojava û got ku pevçûneke rasterast a di navbera Rûsya û NATOyê de wê bihê wateya 3. Şerê Cîhanê.

Putin piştî mezintirîn serkeftina hilbijartinan a dîroka Rûsya ya piştî Yekîtiya Sovyetê bi dest xist, ji rojnamevanan re axivî û got:

"Em ji her kesî re eşkere dikin ku ev yek wê wiha bike ku em tenê gavekê ji 3. Şerê Cîhanê dûr bin. Bi raya min hema hema tu kes bi vê yekê re eleqedar nabe."

Putin angaşt ku hêzên NATOyê li Ûkraynayê ne û ev yek dikare dinyayê bîne ber sînorê Sêyemîn Şerê Cîhanê.

Serokdewletê Rûsyayê her wiha diyar kir ku di şerê Ûkraynayê de Rûsya her roj bi pêş dikeve.

Putin her wiha angaşt ku rewşa qada şerê di bin kontrola Rûsyayê de ye.