Pûtîn gefa dagirkirina rojavayê Polonyayê xwar!..

21 tîrmeh 2023 22:30
Pûtîn gefa dagirkirina rojavayê Polonyayê xwar!..

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, piştî amadekariyên leşkerî yên Polonyayê li ser sînoran, gefa dagirkirina rojavayê Polonyayê xwar û got, “Rojavayê Polonya diyariya Stalîn e. Polonya ev ji bîr kiriye. Em ê werînin bîra wan.”

Pûtîn di civîna Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê de bal kişand ser şerê Ukraynayê û diyar kir ku Ukraynayê bi deh hezaran leşkerên xwe ji dest dane û got, “Lîderên Polonyayê di bin banê NATOyê de bi avakirina hevpeymanekê re dixwazin destwerdana şerê li Ukraynayê bikin.”

Pûtîn, her êrîşeke dijî Belarûs a hevsînor ji aliyê Polonyayê ve jî wekî êrîşeke dijî Rûsyayê bi nav kir û da xuyakirin ku ew dê bersiveke tund bidin.

Pûtîn herwiha gefa dagirkirina Polonyayê xwar û got: “Rojavayê Polonyayê diyariya Stalîn e. Polonya ev ji bîr kiriye. Em ê werînin bîra wan.”