Putin di sûna Lavrov de ji serokwezîrê Îsraîlê lêborînê xwest

05 gulan 2022 21:39
Putin di sûna Lavrov de ji serokwezîrê Îsraîlê lêborînê xwest

PeyamaKurd – Serokê dewleta Rûsyayê Valdimir Putin li ser gotinên wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett lêborînê xwest. Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov gotibû ku Adolf Hitler bi eslê xwe Yahûdiye. Li gor ragihandina baregeha çapemeniyê ya hukumeta Îsraîlê Bennett û Putin di rêya telefonê de axifîne.

Di axaftinê de Bennett ji bo bajarê Ûkrayna Mariupolê ji bo tehliya mirovî teklîf li Rûsyayê kiriye û Putin jî gotiye ku di rêya Neteweyên Yekgirtî û Xaça Sor de ji bo tehliya sîvîlan û sîvîlên birîndar soz daye.

Li ser gotina Lavrov ku gotibû “Hîtler bi eslê xwe Yahûdî bû” û “Dijminê herî dijwar yê Yahûdiyan car din Yahûdîne” Bennett gotiye ku Putin lêborînê xwestiye.

Her weha Kremlînê ragihandiye ku Putin bi sedema roja serxwebûnê serokwezîrê Îsraîlê Bennett û xelkê Îsraîlê pîroz kiriye. Di daxwuyaniyê de Kremlînê weha gotiye:

“Serokê dewleta Rûsyayê gotiye ku di kampên civandinê de û gettoyan de, di dema operasyonên cezakirinê de, di wexta cezakirina Naziyan de, 6 mîlyon mirovên Yahûdî hatine kuşyin ku %40 ê wan hemwelatiyên Sowyetê bûn. Putin tenduristiyê û dilxweşiyê ji xaziyên ku li Îsraîlê dijîn re xwest.”