Putin destpêkirina operasyoneke leskerî ya taybet ji bo parastina Donbasê ragihand
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn, di gotareke televîzyonî de destpêkirina operasyoneke leşkerî ya taybet ji bo parastina Donbasê ragihand û ji leşkerên Ukraynayê daxwaz kir, “demildest çekên xwe deynin û biçin malên xwe.”
Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn, îro 24/2/2022an danê sibê di gotarekê de, biryara operasyoneke leşkerî ya taybet ji bo parastina Donbasê ragihand û diyar kir: “Rûsya rê nade Ukrayna bibe xwedî çekên nukleerî. Plana Rûsya ya dagirkirina Ukraynayê nîne û Rûsya girîng dibîne ku hemû gelên Ukraynayê mafê wan ên çarenûsî hebe.
Herwiha da zanîn: “Tevgera Rûsyayê bi binpêkirina berjewendiyên Ukraynayê ve ne girêdayî ye, lê ji bo parastina xwe ji wan kesên ku Ukrayna barimte girtine ye.”
Di berdewamiyê de Putîn ji leşkerên Ukraynayê daxwaz kir, demildest çekên xwe deynin û biçin malên xwe.
Putîn eşkere kir: “Divê guman li cem tu kesî çênebe ku kî êrîşeke rasterast li ser Rûsyayê pêk bîne, wê bibe sedema encamên xerab ji bo êrîşkaran.”
Putîn got: “Eger destêwerdana derve di rewşa Ukraynayê de hebe, Rûsya wê demildest bersivê bide.”
Putîn destnîşan kir: “Rûsya di bin gefa berdewam a ji Ukraynayê ve, nikare hest bi ewlehiyê bike û bi pêş bikeve. Hewldanên Rûsyayê ji bo rêkeftina li ser berfirehnekirina NATOyê têk çûn û rewşa berfirehkirina wê hevpeymaniyê xetertir bûye û êdî em nikarin bêdeng bimînin.
Putîn herwiha berdewam kir û da zanîn: “Ji bo Amerîka û hevalbendên wê, ev siyaseta ragirtina (Containment Policy) Rûsyayê ye, lê ji bo me ew gefeke rasteqîne ye li ser hebûna dewletê.”
Pûtîn diyar kir: “Mirov nikare bê dilsojî li jenosîda ku li Donbasê diqewime binêre.”
Herî dawî Pûtîn eşkere kir: “Rûsya rêzê li serweriya welatên ku piştî Sovyetê ava bûne digre û Kazakistan jî mînaka vê ye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin