Putin, bi awayekî zelal welatên Rojava tehdîd kir
28 mijdar 2024 02:32
PeyamaKurd – Ûkrayna bi fuzeyên DYA û Îngîltere êrîş biribû ser axa Rûsyayê û li ser mijarê Rûsya fuzeya xwe ya nûh ya bi navê Oreşnikê li ser Ûkraynayê ceribandibû. Li ser van bûyeran serokê Rûsyayê îro bi awayeka aşkera Rojavahiyan tehdîd kir û got:
“ Eger hun sebra me biceribînin, roj heye ku sebra me nemîne.”
Dema Ûkrayna bi fuzeyên DYA û Îngîltere êrîşê Rûsyayê kir, Rûsya jî bi fuzeyên Oreşnik bersiva Ûkraynayê da. Cara yekem Rûsya fuzeyên Oreşnikê li ser axa Ûkraynayê ceriband.
Piştî Rûsya giha encamê, wê ji niha û pêde hilberîna fuzeyan li ser hev bike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Putin, welatên Rojava bi durûtiyê tawanbar kir
27 cot 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin