Prigojin: Koma Wagner wê 1ê Tîrmehê bihata hilwesandin!
PeyamaKurd – Serokê Koma Wagner a leşkerên kirêkirî yên rûsî Yevgeniy Prigojin ku roja Şemiya borî li hember artêşa Rûsyayê serî hildabû û piştre jî hêzên xwe beriya bigihin Moskowê bi lihevkirinekê vekişandibûn, yekem daxuyaniya piştî lihevkirinê da.
Progojin îro 26ê Hezîranê ragihand, dê Koma Wagner ji 1ê Tîrmehê pê de bihata hilweşandin, lê wan pêşî lê girt
Progojin gotiye, ti leşkerê wan îmzekirina peymana ligel Wezareta Berevaniya Rûsyayê qebûl nekiriye û li ser serhildana du roj berê jî got ku meşa wan meşa edaletê bûye.
Serokê Wagnerê diyar kir: “Me ti êrîşkarî nekir, lê bi moşek û helîkopteran li me dan. Dixwestin Wagner ji 1ê Tîrmehê şûnde bê hilweşandin. Mebesta me pêşîgirtina wê bû”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin