Postê Ozgur Ozel li parlamentoyê hat guhertin
Postê li meqema Parlamentoya Tirkiyeyê yê Ozgur Ozel ê ku bi biryara dadgehê ji erka xwe ya Serokatiya CHPê hat dûrxistin wek "Serokê Kom" hat guhertin.
|
Türkçe
RûpelNews - Kemal Kiliçdaroglu bi biryara dadgehê bû Serokê Giştî yê CHPê û ev erka wî ya nû bi nivîseke hat şandin bo Parlamentoya Tirkiyeyê. Piştî ku parlamento hat agahdarkirin postê Ozgur Ozel ê li odeya wî ya parlamentoyê jî bi nivîsa "Serokê Kom" hat guhertin.
Li ber deriyê odeya parlamentoyê yê Ozgur Ozel ev nivîs hat nivîsandin: "Serokê Koma CHP"
