Pompeo û Pence ji bo Rojavayê Kurdistanê serdana Tirkiyê dikin

16 cotmeh 2019 12:35
Pompeo û Pence ji bo Rojavayê Kurdistanê serdana Tirkiyê dikin

Cîgire Serokê Amerîkayê Mike Pence û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji bo ku li ser mijara Rojavayê Kurdistanê hevdîtin bike dê sibê biçin Tirkiyeyê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe ya li Qesra Spî da eşkere kir ku dê Pence û Pompeo dê sibê ji bo ku li ser mijara Rojavayê Kurdistanê biaxivin Tirkiyeyê ziyaret bikin.

Trump destnîşan kir ku leşkerên Amerîkayê li Rojhilata Navîn "polîstî" dikin û êdî wext hat ku vegerin mala xwe û got: "Em dê dijî Tirkiye û yên din tund tevbigerin. Divê aştî û ewlehiyê bidomînin. Em dê bibînin ka dê çi bibe.  Pence û Pompeo dê agibestê bixwazin. Me sizayên herî tund xistin ser Tirkiyê."

PENCE DÊ BI ERDOGAN RE HEVDÎTINEKÊ PÊK BÎNE

Di daxuyaniya nivîskî ya ofîsa çapemeniyê ya Mîke Pence de hat ragihandin ku Pence dê di 17ê cotmehê roja pêncşemê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bicive..

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di hevdîtina Pence dê bi Erdogan re derbarê êrişên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û pêkanîna agirbestê gotûbêj bike.

Herwiha hate ragihand ku Pence dê ji Erdogan re bibêje sizayên Amerîkayê dê li ser Tirkiyê berdewam bin, heta ku ew bigihêjin çareseriyê.