Pompeo bi rêya telefonê seroktiya Barzanî pîroz kir
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di pêwendiyeke telefonî de li ser hilbijartina wî weke Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir.
Mike Pompeo ji serokê hilbijartinê yê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re destnîşan kir ku dê pêwendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re di hemû waran de berdewam bin.
Pompeo hêvî kir peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bên xurtkirin û pirsgirêkên navbera herdu aliyan bi diyalogê bêne çareserkirin.
Barzanî jî spasiya vê peywendiya telefonî û pîrozbahiya Mike Pompeo kir û bal kişand ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalog û gotûbêjê.
Berî niha jî Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîkayê û Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Orgatus bi peyamên cuda pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kiribûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin