Polonyayê derbarê çend parêzgehên kurdan de hişyarî da
Wezareta Karên Derve ya Polonyayê ji bo welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê derbarê herêma sînorî de hişyariyeke rêwîtiyê weşand.
RûpelNews - Balyozxaneya Polonyayê ya li Enqerê hişyariya rêwîtiyê ya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Polonyayê ve ji bo welatiyên wê yên li Tirkiyeyê hatibû weşandin, parve kir. Di hişyarîyê de hat xwestin ku rêwîtî bo parêzgehên kurdan neyê kirin.
Di hişyariya ku duh hatî weşandin de wiha hat gotin: "Wezareta Karên Derve pêşniyarê li dijî hemû gerên ber bi parêzgehên li jêr, yên di nav 30 km dûrî sînorên Sûriye, Îraq û Îranê de dike: Hatay, Kilis, Dîlok, Riha, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg, Wan, Agirî û Îdir."
Pevçûnên bi Îranê re
Ji ber êrîşên ku di 28ê Sibatê de ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatin destpêkirin û bersivdana Îranê, li seranserê Rojhilata Navîn alozî zêde bûye.
Çend roj berê, mûşekek ku ji aliyê Îranê ve hatibû avêtin, derbasî qada hewayî ya Tirkiyeyê bû û ji aliyê NATOyê ve hat xistin. Parçeyek ji mûşekê li navçeya Dortyol a Hatayê ket.
Di heman rojê de, mûşekek jî sînorên Qamişloyê li Rojava ket. Di her du bûyeran de ti zîyanên canî an jî zirara madî çênebû.
