Polîsên Tirkiyê rê nedan Dayikên Semiyê çalakiya hefteya 900emîn li dar bixin
25 hezîran 2022 18:58
PeyamaKurd – Polîsên Tirkiyê rê nedan Dayikên Şemiyê çalakiya ji bo aqûbeta wendayan û cezakirina kujeran a hefteya 900emîn, li Qada Galatasarayê pêk bînin.
Çalakiya Dayikên Şemiyê ji aliyê polîsan hat astengkirin û polîsan êrîşî çalakiyê kir û gelek kes desteser kirin.
Hevserokên Giştî yên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan, Parlamenterên HDPê Zuleyha Gulum, Zeynel Ozen, Parlamenterê CHPê Alî Şeker, Parlamenterê TÎPê Ahmet Şik û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Herwiha hat ragihandin ku Hevserokên Giştî yên IHDê Eren Keskin û Ozturk Turkdogan jî di nav de gelek hatin desteserkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Polîsên Tirkiyê destûr nedan Baroya Diyarbekirê kongreya xwe li dar bixe
10 cot 2020
Cîhan
Polîsên Tirkiyê li Mêrdînê gule bera ciwanekî Kurd dan û ew kustin
02 îln 2022
Jiyan
Hunermend Teoman ji bo Dayikên Semiyê strana "Diya min Semî ye" stra
23 gln 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin