Polîsên Tirk nehistin muzîkjenên ciwan li Taksîmê bi kurdî bistrin û heqaret li wan kirin
PeyamaKurd - Li Taksîma Stenebolê û kolana Îstîklalê ku 24 saetan liv û tevger lê heye û bi her zimanan muzîkjenên kuçeyan stranên xwe dibêjin, polîsan astengî komeke ciwanan a muzîka kurdî çêdikin re derxist û heqaret li wan kir.
Li gorî vîdyoya ku li ser medya civakî hatiye belavkirin, polîs dema koma ciwanên kurdî stranên kurdî distirin xwe nêzîkî wan dike û ji wan re dibêje, hûn nikarin li vir muzîkê çêbikin ev der û hemû Taksîm herêma min e.
Di bûyera ku 29ê Çileyê de rû daye de, polîs gefê li ciwanan dixwin û dibêjin, “Hûnê nikaribin stranan bêjin. Ev der meydan e, her cih yê me ye. Hûnê nikaribin li vir muzîkê bikin.”
Herwiha hat zanîn ku çar ciwanên ku stranên kurdî li kolana Îstiklalê digotin piştre ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin û polîsan li wir jî heqaret li wan kirine.
Endamên wê koma ciwan dane xuyakirin, 29ê Çile ew 4 kes ji ber stranên kurdî gotine hatine binçavkirin û polîsan heqaret li wan kirine û dest danîne ser enstrumanên wan ku bi ser de jî 250 lîre ceza dane wan.
Maalesef bu günde İstiklal caddesinde Kürtçe sokak müziğini yapan gençler engellenmiş. Polisler kanun kesici olmuş! Hangi dilden müzik yapılacağı onlar karar veriyorlar. https://t.co/zJSPQ4CVad pic.twitter.com/9PWLiim1mV
— Ferhat Encu (@FerhatEncu) January 30, 2022
Ciwanên wê koma muzîkê dibêjin, wan ji bo ji bo li kolanê stranên kurdî bêjin gelek caran daxwazname dane Qeymeqamiya Beyogluyê û gotine: “Em tevî van qedexeyan jî stranên xwe dibêjin û em ê her bêjin. Em muzîkjeniyê debara xwe dikin. Nexwe em ê bikevin tengasiyê. Çimkî wekî din çavkaniya debara me nîne.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin