Polîsên Rûsî li dijî muxalîfên Pûtîn operasyon dan destpêkirin

12 îlon 2019 21:30
Polîsên Rûsî li dijî muxalîfên Pûtîn operasyon dan destpêkirin

PeyamaKurd - Li Rûsyayê polîsan girt ser mala serokê opozisyonê Aleksey Navalnî û alîgirên wî yên Pûtîn rexne dikin.

Leonîd Volkovê ji tifaqa Navalnî, li ser twîtterê ragihand ku polîsên rûsî girtine ser 29 bajar û 80 cihan.

Li gorî daxuyaniyê polîsan li bajarên Nîjnî Novgorod, Vladîvostok, Kazan, Ekaterîngûrg, Nobosîbîrsk û St. Petersbûrgê girtine ser gelek cihan.

Serê meha Tebaxê namzediya gelek kesên mûxalif a hilbijartinên herêmî yên Moskowê hatibûn betalkirin û li dijî vê yekê xwepêşandan hatibû kirin ku bi hezaran kes hatibûn binçavkirin.

Berdevkê Navalnî, Kîra Larmîş li ser serdegirtina malan diyar kir ku ew ji bo ‘çavtirsandinê’ ye.