Polîsên leskerî yên Rûsî ketin Serakibê

03 adar 2020 02:10
Polîsên leskerî yên Rûsî ketin Serakibê

PeyamaKurd- Wezareta karên bergiriyê ya Rûsyayê di beyana xwe de ragihand ku polîsên leşkerî yên Rûsyayê ketine Serakiba stratejîk. Wezaret got ku ji îşev de dest bi ketina Serakibê kirine û xwe li wê derê bicîh kirine. Ragihandina bûyerê ji aliyê Russia Today de hat kirin û got ku desthilatekî ji Navenda Lihevanîna Terefên li Sûriyê beyan kiriye û polîs ketiye deverê. Desthilatdar weha gotiye:

“Di roja 2 yê adarê 2020an de, piştî siet 17.00 êvarê, li ser rêya M4 û M5 ê, wê ewlekariya alavan û sîvîlan bênkirin, ev yek gelek girîng e û lewra yekîneyên polîs yên leşkerî yên Rûsyayê ketine nav Serakibê.”

Piştî belavkirina nûçeyê, wêneyên yekîneyên Rûsyayê yên polîsên leşkerî jî hatin belavkirin.