Polîsên Îsraîlê, destwerdana cenazeyê peyamnêra Al Jazeerayê kir
PeyamaKurd-Polîsên Îsraîlê, destwerdana merasîma cenazeyê Şîrîn Abû Aqileh a ku li Filîstînê ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatibû kuştin kir. Hat zanîn ku polîsan destûr nedaye beşdarên merasîmê da ku cenaze bi meşê bibin goristanê û ji ber vê yekê jî di navbera beşdar û polîsên Îsraîlê de alozî derket.
Hat ragihandin ku nêzî cenazeyê Şîrîn Abû Aqileh ji nexweşxaneyê were derxistin, polîsan rêyên derdorê girtine û nehiştine ku Filîstînî derbasî qadê bibin. Piştî destwerdanê, darbesta cenazeyê Aqileh ket erdê û cenaze car din ji bo morgê hatiye veguhestin, piştî ku polîsên Îsraîlê demeke dirêj li cihê kombûnê rawestiyan, cenaze derbasî maşînê hat kirin. Hat ragihandin ku polîsan destûrê nedaye ku li peyî cenaze konvoy were çêkirin.
Şîrîn Abû Aqileh a 51 salî, peyamnêra Al Jazeere ya qadê bû û di 11ê Gulanê de ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve li Kampa Cenîn a Penaberan hat kuştin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin