Polîsan bi gumana êrîsa xwekujî li ber deriyê Emnîyeta Dîlokê kesek kust
26 gulan 2022 22:48
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Pêncşemê li ber avahiya emnîyeta bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê, bi gumana êrîşa xwekujî kesek hat kuştin.
Li gorî zanyariyên medya Tirk, kesekî xwe nêzî deriyê avahiya navenda asayîşa Dîlokê kiriye û wî kesî êlekê li ser xwe û kumandaya destê xwe nîşanî polîsan daye.
Herwiha hatiye diyarkirin ku wî kesî gotiye ew dê xwe biteqîne û li ser vê jî bi gumana êrîşa xwekujî polîsan gule berdana wî û ew kuştine.
Hat zanîn ku piştî bûyerê Bulwara Prof. Dr. Muammer Aksoy a derdikeve navenda asayîşê wekî tedbîr ji trafîkê re hatiye girtin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Kerkûkê li dijî polîsan êrîsa xwekujî!
30 tbx 2018
Cîhan
Rojava | Hewla êrîsa xwekujî hat têkbirin: 2 çekdarên DAISê hatin kustin
31 adr 2023
Jiyan
Li Pakistanê êrîsa xwekujî: Nêzî 40 kustî û birîndar
11 mjd 2025
Jiyan
Di êrîsa li Sûriyeyê de 14 polîsan jiyana xwe ji dest dan
26 brf 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin