Polîs ket navbera malbata ku pevçûn lê polîs birîndar bû

22 tîrmeh 2023 21:00
Polîs ket navbera malbata ku pevçûn lê polîs birîndar bû

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Meletiyê li navça Yeşilyurdê di nav malbatekî de pevçûn derket û li hev xistin. Polîs ket navbera malbatê da li hev nexin lê di nava malbatê de polîs bi demançê birîndar bû.

Bûyer li dora sette 14.00an de li taxa Topsöğutê li kolana Horata çêbû. Rewşa tenduristiya polîs başe û li ser bûyerê kesekî xistin binçav. Sê kesên din ku di bûyerê de birîndar bûn tevî polîs birin nexweşxana lêkolîn û perwerdê ya bajarê Meletiyê.