Plasschaert: Wê NY pistevaniya mafên hemû mirovên Iraqê bidomîne
24 berfanbar 2023 19:07
PeyamaKurd – Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert, ragihand ku her çiqas zehmet be jî Iraq xwedî wan derfetên geşepêdanê ye.
Plasschaert di peyama pîrozkirina salan nû de got, li gorî berê niha zêdetir derfetên geşepêdanê û çareserkirina pirsgirêkan li Iraqê çêbûne û diyar kir, hin hewldanên hêviyê didin hatine kirin.
Herwiha Nûnera NY diyar kir, NY ji bo bihêzkirina saziyên demokratîk, aştî û teşwîqkirina geşepêdanê, wê piştevaniya xwe ya bi mafên mirovên tevahiya Iraqê berdewam bike.
Plasschaert, di peyama xwe de li ser navê Neteweyên Yekbûyî sala nû ya bê jî pîroz kir.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin