‘PKKê heta niha nêzîkî 280 Pêsmerge bêyî ti êrîsekê sehîd kirine’

15 berfanbar 2020 20:06
‘PKKê heta niha nêzîkî 280 Pêsmerge bêyî ti êrîsekê sehîd kirine’

PeyamaKurd – Endamê serkirdetiya PDKê Elî Ewnî got, çekdarên PKKê heta niha bêyî ku Pêşmerge ti êrîşekê li wan bike, nêzîkî 280 Pêşmergeyên Kurdistanê şehîd kirine.

Endamê serkirdetiya PDKê û berpirsê liqa PDKê li bajarê Zaxoyê Elî Ewnî ji BasNewsê re daye xuyakirin, “Hinek kes û alî ji kerba PDKê dixwazin PKKê bihêz bikin. Di demekî de ku PKKê tenê li Zaxo 25 kes teror kiriye. Nêzîkî 280 pêşmerge ji aliyê PKKê ve hatine şehîdkirin. Yek ji wan pêşmergeyan jî êrişî wan nekiriye lê wan êrişî pêşmergeyan kirine. Tenê li devera Zaxo nêzîkî 80 gund ji ber PKKê vala bûne û xelkê wan gundan nikarin vegerin malên xwe.”

Ewnî dibêje, PKK bûye beşek ji Heşda Şeibî û 3 hezar û 500 çekdarên wê mûçe ji Heşda Şeibî werdigirin.

Berpirsê PDKê li ser rewşa parêzgeha Silêmaniyê hişyarî da û diyar kir, “Bila berpirsên Silêmaniyê reftar û siyaseta xwe li hember PKKê li ber çavan re derbas bikin. Eger wisa nebe PKK dê sala bê li nav bajarê Silêmaniyê rêbendan dayne û xelkê teftîş bike.”

Elî Ewnî got, PKK niha bûye piyonekî şetrencê ku bo êşandin û lawazkirina kurdan û Herêma Kurdistanê tê bikaranîn.

Ewnî destnîşan kir, PKK niha hemû hêza xwe bikar tîne da ku artêşa Tirkiyê bikişîne nav Herêma Kurdistanê. Eger PKK nebe ti behaneyek di destê Tirkiyê de namîne.

Berpirsê PDKê eşkere kir, sala 1983yan belegeyeke PKKê ketiye destê wan û got, di wê belgê de hatibû gotin ku ew dixwazin artêşa Tirkiyê bikişîn nav xaka Başûrê Kurdistanê bi taybet li wan deverên ku di bin destê PDKê de ne.

PKK