PKK li Singalê der berjewendiya xelkê tevdigere!

25 cotmeh 2018 22:43
PKK li Singalê der berjewendiya xelkê tevdigere!

PeyamaKurd – Berpirsê liqa Şingalê ya PDKê ragihand, ku hêzên PKKê dîsa dest bi zêdekirina baregehên xwe li Şingalê kirine û Heşda Şeibî jî piştevaniya wan dike!

Berpirsê liqa Şingalê ya PDKê Qadir Qaçax ji heftenameya Basê re axiviye û diyar kiriye, ku PKKê li Şingalê di bin navê YBŞê (Yekîneyên Berxwedana Şingalê) de 3 baregehên nû vekirine. Yek li gundê Giruzêr e, yek li Sîba Şêxidir e û ya din jî li Girzerkê ye.

Qadir Qaçax herwiha gotiye, ku ji roja ku Şingal ji aliyê Heşda Şebî ve hat girtin, beşek mezin ji xelkê Şingalê koçber bûn, hêzên ne qanûnî li wir zêde bûn û çekdarên Heşda Şebî roj bi roj zêdetir ziyanê digihînin xelkê Şingalê. Xelkê Şingalê daxwaz dikin Pêşmerge vegerin Şingalê.

Qadir Qaçax daye zanîn ku ew hêzên niha li Şingalê hene (PKK û Heşda Şebî) rê nadin sazî û dezgehên xêrxwazî derbasî Şingalê bibin û alîkariya xelkê Şingalê bikin. Xelkê Şingalê jî jiyana koçberiyê ji ya bin destê wan hêzan baştir dibînin. %25 xelkê Şingalê vegeriyane Şingalê lê eger rêka alîkariyê venekin ew ê jî ji Şingalê derkevin.

PKK