PKK: Divê tu kes hewl nede vê komkujiya bi zanebûn a dewleta Tirk vesêre

21 tîrmeh 2022 12:27
PKK: Divê tu kes hewl nede vê komkujiya bi zanebûn a dewleta Tirk vesêre

PeyamaKurd – Baskê leşkerî yê PKKê, HPGê di derbarê êrîşa Tirkiyê li ser Zaxoyê daxuyaniyek belav kir: “Divê tu kes hewl nede vê komkujiya bi zanebûn a dewleta Tirk veşêre.”

HPGê di daxuyaniya xwe de eşkere kir: “Dewleta Tirk bi zanebûn seyrangeheke ku sivîl lê bûn bombebaran kir. Divê tu kes hewl nede vê komkujiya bi zanebûn a dewleta Tirk veşêre û li ser bûyerê were girtin. Ji ber ku ev ne komkujiya yekem e ku dewleta Tirk dike.”

Herwiha HPGê destnîşan kir: “Çawa ku dewleta Tirk di 11ê Tebaxa 2020an de 2 Berpirsyarên Payebilind ên Leşkerî yên Iraqê bi zanebûn hedef girtin û qetil kirin, ev êrîş jî komkujiyeke plankirî ye ku bi heman armancê hatiye kirin. Ne tesaduf e ku dewleta Tirk di van salên dawî de li Bamernê, Kunê Masî, Geliyê Balinde ya Çemçoyê û gelek herêmên din bi zanebûn li qadên seyranê yên ku sivîlan bi kar tînin da.”

Herî dawî diyar kir: “Li herêma ku îro komkujî pêk hat tu hêzeke girêdayî me nîne. Li herêmên nêzî vê herêmê girên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin hene û li herêmê serwer in. Dîsa hêzên sînorî yên Iraqê û hêzên cuda yên herêmî yên girêdayî Hikûmeta Herêmê jî li herêmê hene. Ji ber vê yekê tu eleqeya vê bûyerê bi me re nîne.”

 

PKK