Pistî valakirina navçeya Qelemunê Opozîsyonê çekên xwe radestî hikûmetê kirin
PeyamaKurd - Artêşa Sûriyê ragihand ku li navçeya Qelemûn a bakurê rojhilatê Şamê, opozîsyonê hejmareke zêde ya çekên giran û sivik radestî wan kirine.
Ligel derketina berdewam a grûpên çekdar ji bakurê rojhilatê Şamê ber bi bakurê Sûriyê, van herdû rojên borî opozîsyonê hejmareke zêde ya çekên giran radestî Artêşa Sûriyê kirin.
Çek ji top, tank, moşek, hawan û çendîn çekên pêşketî pêk tên, ji xeynî çekên sivik ku ji doçkayê dest pê dike heta digihe keleşkofên Rûsî û çekên din ên rojavayî.
Di çarçoveya rêkeftina ligel hikûmeta Sûriyê de, tenê di hundirê hefteyekê de 400 hezar çekdarên opozîsyonê ji Xûteya Rojhilat derketine.
Nêzîka du meh û nîv berê, hikûmeta Sûriyê êrîşên xwe yên ser Feyleq Rehman û Artêşa Îslamî li Xûteya Rojhilat berfireh kirin.
Piştî bordûmaneke dijwar û mirina zêdeyî hezar kesên sivîl, Artêşa Sûriyê beşeke zêde ya Xûteya Rojhilat kontrol kir, beşê din jî bi rêkeftina ligel grûpên çekdar ket bin destê wê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin