Pistî êrîsa Îsraîlê çarenivîsa birayê Besar Esed Mahîr Esed ne diyar e

30 îlon 2024 12:00
Pistî êrîsa Îsraîlê çarenivîsa birayê Besar Esed Mahîr Esed ne diyar e

PeyamaKurd – Hêzên asmanî yên Îsraîlê êrîşên asmanî li ser çend avahiyên niştecihbûnê li rojavayê Şamê pêk anîn.

Li gor nûçeya rojnameya Quds El-Erebiye, îro Yekşemî 29ê Îlona 2024an, mala Mahîr Esed li Yarfûr a ser bi Şamê ve, ji aliyê balafirên Îsraîlê ve bi 3 mûşekan hatiye xistin.

Hat diyarkirin ku dengê teqînan ji bejahiya Şamê ber bi Şam, Yarfûr û Sabûra ve tê bihîstin. Îsraîlê jî li herêma Wadî Hanna ya bajarê Kasir ê herêma Hams a Sûriyeyê êrîşên cuda pêk anîn.

Ajansa fermî ya nûçeyan a rejîma Sûriyê SANA jî ragihand ku li derdora paytext Şamê dengê teqînan hatiye bihîstin.

Li gor zanyariyên ku çavkaniyên nefermî li ser platformên medyaya civakî belav kirine, vila Maher Esed ku fermandariya Firqeya 4 a artêşa Sûriyê dike, li herêma "Yarfur" a gundewarê Şamê hatiye bombebarankirin.

Hat îdiakirin ku piştî êrîşa Îsraîlê têkiliya bi Mahîr Esed re qut bûye.

Derbarê mirina birayê Serokê Sûriyê heta niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.