Pistî rêbiriya hêzên Amerîkî, hêzên Rûsî vekisiyan

04 hezîran 2020 23:11
Pistî rêbiriya hêzên Amerîkî, hêzên Rûsî vekisiyan

PeyamaKurd – Piştî ku doh 3yê Hezîranê hêzên Amerîkî nehiştin hêzên Rûsî derbasî ji Qamişlo derbasî gundê Qesir Dîb ê bakurê Dêrikê bibin, hat zanîn ku îro hêz û berpirsên leşkerî yên Rûsî îro ji wî gundî vekişiyane.

Hêzên Rûsî dixwestin baregeheke leşkerî li wir ava bikin, lê belê doh hêzên Amerîkayê nehiştin derbas bibin.

Bi qasî 30 leşker û berpirsên Rûsî yên li gundê Qesir Dîbê mabûn jî îro ji dibistana ku tê de bicih bûbûn vekişiyan û vegeriyan navenda Qamişloyê.

Piştî neçarhiştina vegera hêzên Rûsî, hêzên Amerîkî jî dewriyeyên xwe yên li herêmên rojhilat ên neftê berdewam kirin.