Pistî rakirina qedexeya gestyariya 2 milyon kes çûne bajarekî din

03 hezîran 2020 13:18
Pistî rakirina qedexeya gestyariya 2 milyon kes çûne bajarekî din

PeyamaKurd - Piştî qedexeya di çarçoveya tedbîrên koronayê de hatibû ragihandin hat rakirin 2 milyon kes çûne bajarekî din.

Piştî rakirina qedexeya geştyariyê, 2 milyon welatiyên li Stenbolê û Enqere û bajarên mezin, çûne bajarekî din ên Anadolê yan jî bakurê Kurdistanê yan jî bajarekî li herêmên betlaneyê.

910 hezar welatiyên ku temenê wan di ser 65 salan re ye jî tevî belgenameyên destûrê û refaqetvanekî çûn bajarekî din.

Li gorî zanyariyan, herî zêde welatî çûne bajarên li ber peravên Derya Spî û Egeyê û her wiha Deryaya Reş.

Li gorî salên berê, ne ji gundan bo bajaran lê ji bajaran bo gundan koçeke navxweyî pêk hat.

Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê, li 24 bajaran, 2 bajarokan, 21 gund û 33 taxa û 2 mezrikan bi tevahî li 58 deveran karantina hatiye ragihandin.